
Mêvanê xakê
Heger gerdûn hilweşîne
tu stêran bi weşîne
Roka nîvro ne meşîne
ji welatê xwe der nayêm
Heger Nato bi civîne
bi agir min bi sotîne
Tu xwîna min bi mijîne
ji welatê xwe der nayêm
Ez Cindiyê dilovanim
ji bona gel gorî canim
Li xaka xwe ne mêvanim
ji welatê xwe der nayêm
Hey vî dilî bi qelêşe
giyanê min jê bi kêşe
Her derê min tu bi êşe
ji welatê xwe der nayêm
2013
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
