
Amûdê hîn dişewite !
Bi berbangê re
Bêdengî…
Di valahiyeke şêlû de
Difetise
tûrikê payîzê
Qederek reş
Vedişêre
Çipeçipa xwidanê
Zivistan ta digre
Lêvên ezman
Digizgizin
Qey qiyamet e ?
Çîveçîva biçûkan
Vedenga dilê zarokan
Amûdê…
Hêsirê Cezairê dimalîne
Ref bi ref…
Ber bi sînema bêbext ve
Kî…
wan difirîne ?
Kî…
Agir gûr dike ?
Kî…
Wan dibrêje ?
Qireqîr
Û…
Hawar e
Bihna mirinê
Zû difûre
Bê Xatirxwestin
Refê çivîkan
Dûr difire
Buhiştê digrîne
Di dil de…
Komira hestiyan
Hîn bi tîn e !
Li ser kezebê …
Sar nabe
Nalenala gorîstana şewitî
Pelên mirovatîyê
Diweşîne
Bejna wê ditewîne
Dîrok dareke tazî dimîne
Erê qiyamet e !!!
Ridwan Yûsif 13/11/2021
