
Li dor xwe nanerim?
Car carina ker kujerim
Lê carna jî bi xwe kerim
Cîhan teva l’mil siware
Dîsa ji rêk venagerim?!
Bê ûjdan û çav sor li xwe
Ber avêtê ji bextê xwe
Ketme rêka bav kalê xwe
Carek li dor xwe nanerim!
Bazirganê xwîna xwe me
Ez dijminê jîna xwe me
Fêrdanê jîna kole me
Ser bazarê her pêdarim!
Dora min da gur zûr zûrin
Hirç û wawîk tev dikûrin
Têm firotin hûrik hûrin
Dev ji qurnazî nagerim!
Bûm wek zerzûl mam bê ziman
Xwedî ol bûm va bê îman
Yara min çû ketim guman
Ma kengê l’xwe vegerim!
16/11/2021_Serzorî
