
Çîrokeke jibîrkirîme
Çîrokeke jibîrkirîme ziman bigere
kesek ji welat sêwîme binav Penabere
ji hemî hêlanve xwînîme li m; ceng û šere
Kurdim ji gelan re cangorîme ne ji xwere
Decle û ferat diherikin lê her ez tîme
xwediyê Genim û Garisim tim ez birçîme
ji pembû û hevrîš ez têrim lê laš tazîme
li ser derya betrolê me ji serma mirîne
Pênceh Melyon bê nasname li Cîhanê Pirim
xwedî xakim xwedî dozim bi mafan behwerim
di hemî olande Heme l; cem teva Gawirim
dibêjin tu me mirovî Cinim ji Agirim
Šervanim tirsê nasnakim mêrxasim di Šerde
Xak dibin piyêm dihejê ezim ew pêmerge
šikandina dagîrkeran timî ji mir derde
Kurdistan welatê mine evînek didilde
Cîhan tede limin yeke bi šûr û bivirin
armanc û omîda tevan daramin bibirin
di bazarên siyasîde Rovî û hem Gurin
destê ašti dirêjdikim ew didinmin mirin
Gilî û gazin dikim yazdan min çikiriye
ta ev jiyan li welatêm Sîwaneg tariye
ma paramin li vê jînê kuštin û bin piye
yan Narvîmamin tim ewe hawar û giriye
Kengî ew Roj werê buharamin jî gešbibê
bi jiyanê weke mirovan ev dil
xweš bibê
ew zilim û sitem li ser milêmin rabibê
Ala mejî li azmana bihejê li ber bê
Behcet Osman
