
Silav
Silav li dêmê buharî
Li rûkê sorî hinarî
Li du lêvên erxewanî
Silav li çavên xumarî
Silav li wê bejnû balê
Ya diheje wekî alê
Hezar silav gulî marê
Li gerdenû ber û xalê
Li kenê te dikim silav
Pêre gurzek gulû gulav
Silav li zenya gurover
Helandiya li min hinav
Silav li baxê xweziya
Li xoxû sêvû hirmiya
Silav li wê meşa nazik
Zemîn dil dekeve pîya
Silavek dawî qeşengê
Şox û şenê Perî rengê
Bo wî dilê di sîngê da
Bi hêvî me bikim dengê
Mizgîn xelîl
28.11
