
EVÎNA ŞOREŞE
Evîna te şoreşe
Mirin têde pir xweşe
Dil birîne rû geşe
Jîn bi vînê pirweşe
Evîna te şoreşe
Êrîş û ceng û şere
Tîr û şûr û xencere
Dilê min tim hembere
Díl û mest û serxweşe
Evîna te şoreşe
Qeyd û zincîr û keben
Xap û fetl û dav û ben
Can maye jar û reben
Jîyana min rû reşe
Evîna te şoreşe
Çavê te tîr û kevan
Dilê min bûye nîşan
Ne hawar û ne eman
Feyde nakê bext reşe
Evîna te şoreşe
Vîna te ar û pête
Dilê min li ber şête
Nikarim bijîm bê te
Dilde agirê LALEŞE
Evîna te şoreşe
