
Tava sinê
Hey bibînim te bibînim te gulê
Di cergê xwe de biçînim sorgulê
Ne di baqê evîndara de gulê
Bên û xemla te li ser şaxê gulê
Lale yan lîloze nesrîne gulê
Bên dikî lê mixabin tu xerdelê
Çem û rûbar û çiyayê te gulê
Rok di xwaze tim ji ser te zû hilê
Şev bi tariyê dipêçe te bi ro
Deng diheje bi surê re bilbilî
Li govenda te stêr her dicivin
Tu tune wek bêhna te qurnefilî
Tava sinê ji rûkê bedew dere
Serê memka ew ji gûzê kakilî
Gelek derdê me girane ji bo te
Hezkirin dermanê derdê vî gelî
1998
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
