
Xwezî carek te bi gota
Dil û ceger te bi sota
Xwîna can û rewanê min
Bi evînê te bi dota
####
Bêje bila carek tenê
Dilê jar dîsa bi jenê
Şahî xwe berde dilê min
Lêv bila cardî bi kenê
####
Jîn û vîna min her tû wî
Hêvî û omîd her tû wî
Aşiqê wan çava ezim
Cana dil tû wî tû wî
####
