Koçerê: Helbestvan:Bavê Metîn

Koçerê

Koçerê dil da dû te
Pewendê min koçmalî
Weke heyva li şevê
Te ronî kir reşmalî

Berê xwe mede rokê
Dêmê wê meke talî
Çavan digre ji şerma
ji ber şewq û şemalî

Yarê tu şeng û şoxe
Tu kulîlkek şepalî
Bêna te rîhana min
Belav bû li her alî

Hey rewşa koçeriyê
Xemla ça û newalî
Te deng daye şalûla
Te bên daye alalî

Li xuristê kes nîne
Wa rû geş û delalî
Awirê te di dil de
Rim û şûr bê mertalî

Ronka çavên hingivî
Kanya ava zelalî
Were bi hev re bijin
Xwe ji min mede alî

Bavê Metîn

…………………………………………..
Şepal = xweşik
Şemal= ronahî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ