Min bihêlin palda to?:Helbestvan: Bêçarê kurt kobanî

Min bihêlin palda yî?

Min bihêlin palda yî
Çine ev berada yî
Li her derê dibarin
Wan em kirin wenda yî!

Bila ez wek mirî bim
Ne ku bi şîn girî bim
Ne ku ewrê sayî bim
Wek marê dar hilda yî?!

Ket ket dikim vir û wir
Zemîn nema lê kevir
Şivanê me bùn tev gur
Em çûn ji bê xuda yî!

De bihêlin em razên
Ne rabin lê bi gazên
Doza ku hûn dixwazin
Pê me dikin kola yî?!

Koletî ya dijmin hew
Lê ya we li me derew
We bi lava kirin xew
Gotin di kêr we na yî!

Ez û ez mal wêrano
Namûs te da perano
Ne dema ço belano
Çima tu tim weha yî!

Ker û kûçik kirin mîr
Dolê cîran bûn pîrpîr
Tenha l’ber wan tu feqîr
Xudî por û gulya yî!

Kezî reş ne ya te bû
Çav belek dîya te bû
Xulî ya wê ser te bû
Heyfe ku tu jê ma yî!

Dilê xwe ji mi negre
Konê aqil zù vegre
Bêçarim ez bi te re
De bihêle palda yî?!

18/12/2021_Serzorî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ