Tu hêjayî:Helbestvan: Bavê Metîn

Tu hêjayî

Were Nazê tu hêjayî
Tu rûnê li tenişta min
Bikî şageh tu mala min
Tu lê bibî firişta min

Bi mêtim ez dev û berî
Xelat tayin û geşta min
Bikî nuh pê jiyana min
Binoşîne suruşta min

Tu gulzerek gulî zere
Çima dijî li şevreşê…?
Gul û çîçek çimandin ser
Ji ber bêna teyî xweşê

Ziman kanya evînê ye
Ji cergî pir diguvişê
Bi kilkim te di çavan de
Xwe bikim mûma rûgeşê

Li nav ewra li ezmanî
Tu dûr bû lê ji giyanî
Te bîna çav li zemînê
Bibûm gorî û qurbanî

Min çandî te di dil de gul
Tu zeyzefûn û reyhanî
Ez im wardozê berê te
Ji bo min mêrg û zozanî
. . . . . .
Newere paxila şevê
Sitêra min neçe ava
Bi dêw û xêw û rawira
Ne dûrbe na ji ber çava

Disotin ser te hestê min
Bidî mijek ji wan lava
Bi himêzê bibînin hev
Ne bigotin û silava

6-4-2015
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ