Ser sala nû li piroz be: Helbestvan: Bêçarê kurt kobanî

Ser sala nû li pîroz be?

Min xatir xast ji salê
Dil li ser wê dinalê
Ciwanî dûrî min çû
Bû mihvan li min kalê?!

Mihvanekî dijware
Pişta min da dîware
Bûm kukum stû xware
Kire heval gopalê?

We çi hang û deng û reng
Te qey hatî şer û ceng
Şev kal kirin çû dereng
Diçin gorê wek lalê!

Çûn mirinê bi lotan
Ne fer lê kom û cotan
Guh nadin gote gotan
Bêçarim ji vê halê!

01/01/2022_Serzorî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ