Rêzara min:HELBESTVAN:Bavê Metîn

Rêzara min

Naçe bê te tu kes banî
Ey neyara hêvejanî
Hêz û saya her ẍizanî
Wa rêzara min delalê

Rêç û rêdana te ev e
Li ser rûpelan dikeve
Mîna derbûna ji deve
Wa rêzara min delalê

Tu wî doste xweş hevale
Çi ciwane û çi kale
Him li dere him li male
Wa rêzara min delalê

Bê te ayend ez nizanim
Perîşanim tim xizanim
Pûç û bawî bê zimanim
Wa rêzara min delalê

Her ji bo min nan û ave
Hem dayike hem jî bave
Tu pirtûkek bi xweş nave
Wa rêzara min delalê

Şewqa riya tarî tuye
Finda jînê tu roniye
Cerg û çave, tu mejiye
Wa rêzara min delalê

Xweş silave silava te
Sî û tîpek ji nava te
Dîrok tevde bi rava te
Wa rêzara min delalê

Tu her derya zanebûnê
Tu rêpêşa serxwebûnê
Dermanê derdê hebûnê
Wa rêzara min delalê

Ne ji bo min tenê jîne
Hey ez mirim tê bimîne
Na li ser min meke şîne
Wa rêzara min delalê

Tu ezmane tu gerdûne
Tu yî mane tu hebûne
Em bi te kurd xuyanbûne
Wa rêzara min delalê

Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
2000

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ