Serkeftin ya te ye:Helbestvan:Bêçarê kurt kobanî

Serkeftin ya te ye?

Her dinalim êş û girî li min bû dayîme
Wek dizanim ku ew sa’et lê hat û qayîme
Ew rêka dûr û dirêj bê rawestan diherim ez
Va dijwar bû li min hilnagirin laş qidûme!

Ger bimrim an bijîm serkeftin û jîn ya te ye
Ev xwîn û can tevî giyan afrêner da te ye
Bobelat bû ev cîhan xilmaşî rewşa te ye
Maf_dadmendî wêranin bê par ma tu bi xwe ye!

Ev dinya me reş girtî ne nan korê doza me
Car carna berjewendî didin rolê kelame
Ma ji bo çi xweda ev nav peyda kir bi same
Dewr û dorê kirin meymûn dev girtî û bilame!

04/01/2022_Serzorî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ