Hûr û gir terorin:Helbestvan: Bêçarê kurt kobanî

Hûr û gir terorin?

Ez hîna çar salî me
We’z kirime çi halî
Hûn lingê min bidne min
Bes ku jiyan binalî?

Jînê navêm bê lingî
Da hûn hilkin vî singî
Ez nizanim tifingî
Çine ev qîl û qalî?!

Hûn dibêjin terorîst
Va min rîya we da mîst
Ma we deng ji min bihîst
Cîhanek çi betalî!

Xweda negot wa bike
Jiyan di min reş bike
Tişta wî j’min çe bike
Şera te pir mirdalî?

Ez bang dikim ey xweda
Ka berê te bi ku da
Ala reş nav pê hilda
B’te kurd kirin helalî!!

Xuşka mine çar mehî
Terora çavê sehî
Erdoxan xelîfe hî
Dizûre li çar alî?!

Kurdo bibe dîk carê
Nebe mirîşk her carê
Da derkevin j’neçarê
Carek bibin yek alî?!

Wê çaxê em ne teror
Emjî mirov ser bi por
Bizîvire çerx û dor
Em derkevin vî halî!!

11/01/2022_Serzorî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ