
Rabin Bo Xebatê
Tev rabin bo xebatê dem derenge
Dujmin hesanî maf nadê bawerke
Hêvîya Xanî itîfaq û yekîtî
De kurd xwe azad bikê ji bin destî
Di çerxa globalîzmê de hûn jîrbin
Berxwe bidin ne parî û nêçîrbin
Xwendin û zanîn dermanê milete
Rêka serxwebûnê bigre bernede
Bi rumet bijî nejî bi kolatî
Her bijî azadî bimre zordestî
Ku milet rabê dibe weku volkan
Hêza yekbûnê hêztire ji çîyan
Hêz û bawerî heger bibine yek
Xwe li ber nagirin ti leşger û çek
Şevger 1992
