Efrînê:Helbestvan:Bavê Metîn

Efrînê

Çilo xewkim hîn şiyare tu Efrînê..?
Wa di sote tu bi arê gef û kînê
Sawê meke ji wêran û hilweşînê
Ez ê derxim ji dil te ah û nalînê

Berdim rehê te giyanê xwe narînê
Derman bikim bi xwîna xwe wê birînê
Gel lehengê çavkaniya têkoşînê
Ser bilindê ser ji kesî r` ne çimînê

Bejin rindê bi zêrtona xemilînê
Zêrîn xakê tu buhişta li zemînê
Bedew dêmê ji rû şoxê veweşînê
Kes nikare te ji dest min derbixînê

Çawa derxim ji cergê xwe te Efrînê ?
Heyîna te heyîna gelan li jînê
Min da pirtek ji kezeba xwe te dînê
Bo bimîne her dem hêlîna evînê

1\7\2017
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ