
Welat buhişte
Welatê min buhişte
Kurdistan tu wî can
Botan bi ça û deşte
Welato ez qurban
Zaxo ew ber û bişte
Kurdistan tu wî can
Dijmin xwîn mêt û rişte
Welato ez qurban
Pêçan ala rengîne
Kurdistan tu wî can
Rehê te tev birrîne
Welato ez qurban
Agir ser te dirjîne
Kurdistan tu wî can
Gelê te ma bê jîne
Welato ez qurban
Tol xwazê te va hatin
Kurdistan tu wî can
Hevparînin bê qatin
Welato ez qurban
Tev yê kar û xebatin
Kurdistan tu wî can
Ji bo te xwîn xelatin
Welato ez qurban
Ji bakur û başûre
Kurdistan tu wî can
Reh nabirre bi şûre
Welato ez qurban
Li Roava şer gûre
Kurdistan tu wî can
Felata me ne dûre
Welato ez qurban
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
