
Guloka min
Guloka min bar kir û çû
Agir li dil gur û geş bû
Mîna mûmkê ez sotim
Bûme tiraf dûman û dû
Nizanim Gul çima wa kir
Jiyana min tar û mar kir
Dil givaşt û birîndar kir
Evîn ji dil koç û barkir
Di nav jana êş û derda
Gulê çû dev ji min berda
Bi hewara mi kes nayê
Hewara min tuyî Xuda
Gazî dikim bê mêfa ye
Gulokê çû û windaye
Evîna wê derewîn bû
Mij û lînlane û ba ye
//Elî Omer//
