WELAT ŞÎRÎNE:HELBESTVAN: BAVÊ METÎN

Welat şîrîne
Hew dikarim bê te bijim
Ji derdê evînê
Tu cîgira di xwînê de
Dikî şevnişînê
Bi Derwêşê Evdî kirim
Edûla narînê
Te her hestên mi şeyda kir
Kirim Memo, Zînê
Xwe li ber pala memikan
Şengal û Hemrînê
Ji serma berfa Sîpanê
Xwe didim ber tînê
Bayê hênik ji bakur tê
Xweş dike havînê
Bi xunava buharên te
Geş dibe gulçînê
Ez dil ketim cil û bergan
Dil ketim zemînê
Ez dil ketim wan zozana
Rûbar û gelînê
Ez difirim li nav qumrî
Dilê te hêlînê
Evîndara di dil dijî
Welat tu şîrînê
2015
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ