EZ NIZANIM (((HELBESTVAN:H.BAVÊ HOZAN)))

EZ NIZANIM

Nizanim ji kîja alî
ket dilê min ew rêwî
awirên wan herdu çava
tîr li dil da min nedî

Ez ketim derya evînê
bê hiş û sewdan dijîm
Kûrîya gola birînê
Dil di agir birijím

Min ji ber pêlên evînê
gelekî li ber xwe da
ez bûma merdal û jal
çi felek te li min gera

Ey gelî dost û hevalan
min ne sebre ne hedan Nizanim ji Nizanim ji kîja alî
wî dilê min bir revan

Ez ketim hicra dildara
dest di ber xwere berda
ez bi vî emrê ciwan kim
Dil di işqê xwe werda

Ey çelengo tu min bihnke
buhar im ji bo te me
sîng û berê min gihane
Nergizim li ber te me
H.Bavê Hozan

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ