
Fêrbûme?
Çi bibêjim derdê giran bêçare
Ji rêberan re ne spas be tu care
Xizmet karin ji bo xelkê çewikin
Va em pirin hey lo koro hindikin?
Bê ibretin ji jiyanê bê parin
Lê ji bo xwe tu carî ew nikarim
Ji xinizî pir hez dikin ji dilda
Fêrî koletî yê bûne ji binda!
Dil tijene ew ji kînê bi miştin
Ji qencî yê pir dûrin lê veşiştin
Bi navê te me dikujin welato
Li xwîna me pazirganin felato?!
Kurmê darê jê peyda ne hey genî
Bese hêdî ta bi kengê dikenî
Te xwe firot bi dolaran biteyis
Here bijî di gel dijim wer qelis!
Dibe?ku bêt rojek bêj te aferîn
Spas bo vê jîna teyî jîn kerîn?!
Bêhtir neke di nav min da wekî xwe
Tu dev berde da ku bijîm b’serê xwe!
Nebe can dar wekî wan rih dêdîyan
Bî nehêle sêwî van xuşk û dîyan
Ji ezman da tav têne xar tev birûsk
Va ji meve xuya dike çîk çirûsk?
Qimil kete zevî yê me bê aro
Tar qetî ya tene nema bêçaro
Bese xebat bese lebat mal ava
Bûk xemilî maye l’bendî zava!
19/03/2022_Serzorî
