EVÎN RÛGEŞÊ:(((HELBESTVAN:BAVÊ METÎN)))

Evîn rûgeşê
Te tîr weranî, j`brhên kevanî
Yarê çav reşê
B`derd û ẍemanî, mi hişt kovanî
Çima deng xweşê
Porê qundisî, j`nav rû çirisî
Tav da mehweşê
Roka qerisî, gula çilmisî
Bi te dilgşê
Hiş xingil dibe, dirûn sil dibe
Wa ezfer xweşê
Ji aqil dibe, ser kavil dibe
B`noşa serxweşê
Hey berî belê, wek bûka gulê
Evîn rûgeşê
Mam bê havilê, mi kir tavilê
Taya nexweşê
Ji nav hingil de, te ber bi dil de
Di rehê weşê
Di cihê kul de, bir di paxil de
Giyan hilweşê
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ