
Eve nîşan pîrozkin?
Bihar ku têt xweş dibin gul nîşane
Bilbilê jar vîxan dikin ji bo cane
Kî bêje ev roj ne rastî ya jiyane
Gulek vebû li ser xaka kurdistane?
Ma kî kore wê nabîne hey lo dilo
Cîhan pêkve bihn digîne wey bilbilo
Dijmin ta girt û janê xwe da ser milo
Awazên te deng vedane li cîhane!
Bila biçin ji nava min biteyîsin
Ew bê bavin bê bawerin hem jî qelsin
Çiqa birçî nabine têr wê bihelsin
Karker çotkar tev dane pê ew bûn zane!
04/04/2022_Serzorî
