
Dozeke evînî
Were keçkê bike seyran
Bax û bistanê te me
ji mirovan ez bitenê
yar û segvanê te me
Çend Awazan bik diyarî
Têlê Tembûra te me
bêje stranê evînî
Peyvê helbesta te me
Li ser sîngamin bilorî
tepê Dergûša te me
xew bike bi du xwîsira yar
xwena siwarê te me
Di hembêzamin min bisoje
tu Mûm ez Arê te me
xwe Avjenî di min bike
Derya evîna te me
Ji min hezke bi dînî tî
ez bîra razên te me
ger tu Šûrê dadiyê be
warê tûj bûna te me
Dil bike Hêlîna Dilšîn
Qiršik û Pûšê te me
wer; ji mir bib kebabî
êdî Mêrxasê te me
Behcet Osman
