
WARÊ MINO
Warê mino,çavê mino
Ez sêwî bûm,çima wilo
Birîndarî lolo dilo
Ey lo dilo can bi kulo
Warê min bû dagîrkirin
Efrîn bi xwînê sor kirin
Dostê me keftar û gur in
Em kuştin,mal talan kirin
Xewnê bira bê hêvî bûn
Hin koçber û hin rêwî bûn
Roj wek şev li me tarî bûn
Koban û Efrîn cêwî bûn
Bûn dostê rêbir û çet e
Hewar gidî çi qemhet e
Yek ziman û yek milet e
Agir xistin warê me de
Warê mino tu bê pişt î
Di nav destê dijmin hişt î
Min tu bi karê xwe kuşt î
Xelkê xwîna te jî mişt î
Qamişlo,Koban û Efrîn
Yek giyan û govd û birîn
Li ber dilê min pir şêrîn
Warê mino,warê zêrîn.
Ahmed Tahir
