Vedenga dil:(((helbestvan:Ridwan Yûsif)))

Vedenga dil

P : -/// -///

-Vedenga dil bi awaz e
Çi fîxanek tenik naz e ?
Dilê ‘Eşiq belengaz e
Evîn pir xweş û pîroz e

-Ji çavê wê şeva narîn
Li ser baskê xewa şêrîn
Çiqas xewnên bedew barîn
Tenê xewna te ma doz e

-Buhara dil çi rengdêr e ?
Xurist serxewş û dengdêr e
Evîndar, mest e guhdêr e
Evîn xweş cejn û Newroz e

-Memo ma hisreta Zînê
Kula Ferhad û Şêrînê
Siyamend çû Xecê dînê
Evîna rast çi dilsoz e ?

-Jibîrnakim evîna te
Hinasên min ji bîna te
Evîndar tev ne mîna te
Evîn û ‘Eşq tenê soz e

Ridwan Yûsif
Hesekê

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ