Buhara dilan:(((helbestvan:Selam Zehrab)))

/Buhara dilan/

1
Dunya buhar e
Alîk simbil e
Yê din hinar e

2
Ewrên reş , spî
li ezmanê me
Xwe kom kirine
De êrîş bikin
Baxçe û bustan
Genim û nokan

3
Ji nava ewran
Brûskan ronî dan
Ser deşt û çiyan
Her çar kinaran
4
Roj melûl e yar
dihile car car
Radimûse şar
Hilmê vedide
Nav erd û beyar

5
Teyr û çûk firîn
Ser daran danîn
Şalûlê rengîn
Awazan dixwîn
ser hîm û latan

6
Perperîka naz
nizane Kîjan
binefş û lalê
Ji xwe re bike
Nêçîr û nîşan
7
Bahînik hêdî
Birêve dice
Slavan dike
Guliyên daran

8
Îroj Buhar e
Werzê vejîna
Nêrgiz û pelan
Û hemî cûrên
Giya û gulan

9
Ev der DÊRIK e
Nav ROJAVA ye
Li KURDISTAN e
Welatê şêra
Welatê rojê

✍SELAM ZEHRAB

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ