Hozanim:(((helbestvan: Behcet Osman)))

HOZANIM

Ne Pêxemberê xweda me
ne Serokim ne Paša me
ne sofîk û ne mela me
Hozanim tenê ez vame

Ji bo dilêrî ez hîzim
kulê gelê xwe dirîsim
j; yekîtiyêre werîsim
Hozanim tenê ez vame

Destarim derda dihêrim
kulê gelê xwe di dêrim
Šorešim ez Dar û dêrim
Hozanim tenê ez vame

Nexwešiya dikim xepêr
Ronî didim Çavên bê kêr
Dibistanim ez didim fêr
Hozanim tenê ez vame

Çewt û šašîtiya navim
ji bo wana xefk û davim
li ber gelê xwe diraxim
Hozanim tenê ez vame

Mafê gelê xwe dibakim
no Olak û ne Qelfakim
Miletim ez xwedî xakim
Hozanim tenê ez vame

Kurdê dixew Šiyar dikim
barê wîna lê bardikim
berê wî b; Rojhilat dikim
Hozanim tenê ez vame

Parîkê perîšana me
Nanê destê sêwiya me
miriyê dê û keçame
Hozanim tenê ez vame

Ezim Ava gul û dara
bayê nexweš û dildara
Pênûsa bin dest û Jara
Hozanim tenê ez vame

Šewata volqan û Arim
Pernga êzing û darim
Šemala šoreša harim
Hozanim tenê ,ez vame

Li Jiyanê navim dirav
rabin kur û keç-dê û bav
Kurdistanê derkin ji dav
Hozanim tenê ez vame

Ji derdê Gel bûme Dilšîn
di Guhan de dikim zumîn
bese kurdno bikin civîn
Hozanim ji bo wê vame

Behcet Osman

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ