Qehreman:(((helbestvan:H.Bavê Hozan)))

Qehreman

Qehreman im pir çeleng im
Ez ji dozê na qerim
Ez şêr û bazê çiya me
Dijmino ez agir im

Ev rêya go min bijartî
Pir bi wê ez behwer im
Soz ji ber top û tifinga
Gavekê venager im

Qehreman im can fida me
Ey welat ez hazirim
Pir liser xaka tên şer
Şêr im welat ez gur im

Bilanê Bêne min sed tîr
Ma çi ma ez dîlber im
Hilênin ger evan çava
Şervanê ala zer im

Wa dijmino xweş bi zane
kurd im ticar na mirim
Her ji bo maf û doza xwe
Ro bi ro ez şîn dibim

H.Bavê Hozan

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ