
Min biborîne
Ez hew dikarim
Di derya evîna te de
Weke berê avjeniyê bikim
Hêz bi min nema
Çeng û baskên min şikestî ne
Min biborîne
Çimkî ev jiyan sînordar e
Temnê min kin e
Ne bi vîna min e
Îro ez li vir im
Dibe ku sibe tu min nebîne
Min biborîne
Robar û hemû solînên evînê
Nikarin vî dilî hênik bikin
Di şûna wan de
Êdî agir
vî dilî Kêlî bi kêlî disotîne
Min biborîne
Çimkî ez xwe dûr dixim
Ji ber vî agirî
Reh û damarên min
Zuha bûne
Can û reh û ev damar tev mirî ne
Min biborîne
Sorgula dilê min
Ne bi destê min e
Çerxa felekê dijî min digere
Lewma ez ne Mem im
Her wiha tu jî îro ne Zîn e
6/5/2021
Bavê Ronî









يجب عليك تسجيل الدخول لكتابة تعليق.